çapemenî

Azadiya Welat - Miraz Batgî
'Sebra Min'
27 Mijdar 2006


Ev demeke dirêje xwe rexne dikim û dibêjim ma gelo di hunera kurdî de, bi taybetî di muzîka kurdî de tiþtek baþ dernakeve ku ez binirxînim, ango guhdar bikim. Min got ka gelo em neheqiyê li hunera xwe dikin an na? Di vî warî de ez bi sebirim û dibêjim; bi taybetî di muzîka kurdî de wê zelalbûnek derkeve.

Û ev demek dirêj e hunermendek kurd, bi sebir diþopînim. Divê xwe rexne bikim ku ev 14 sal in em li heman cihê xebat dikin lê ew bi hunera xwe ya hêja nû bala min dikiþîne.

Behsa Rojdayê dikim. Heta niha min ew weke jinek dengxweþ didît. Ji xwe ne mimkûn bû ku ez di nav Koma Gulên Xerzan de wê weke hunermedek piralî bibînim. Mixabin, þeklê komên me yên muzîkê rê nadin vê yekê. Komên me yên muzîkê ji hêlekê ve, ango em bibêjin di destpêkê de hêzê dide her hunermendek lê piþtre mixabin qabiliyetên hunermendan di nav wan koman de winda dibin. Û piþtî demekê jî herkesek diþibe yê din.

Mijara Komên Muzîkê mijarek din e. Niha ez dixwazim Rojdayê û sebra wê binirxînim. Dema ew hat NÇM�ê hê çarde salî bû. Îhtimalek mezin birayê wê bi destê wê girtibû û ew anîbû NÇM�ê ji bo bi dengê xwe yê kurdewar û xurt di govend û þahiyan de bistirê. Rojdayê di destpêkê de wisa kir. Û me jî ew berê bi Helîmcanê nas kir. Bi taybetî wê stranê dilê dayikan dax dikir. Û me hertim ew bi gundîtiyê sûcdar û rexne dikir. Li gorî me ne mimkun bû ku ew ji hunerê fêm bike û hunera xwe pêþve bibe. Li gorî me dengê wê dengek kurdewar û xweþ bû û hew. Em ên bajarî bi her tiþtî dizanibûn û ji xwe ne pêwîst bû ku em biguherin jî. Piþt re Rojdayê lê nihêrî û dît ku huner berî her tiþtî tiþtek kesan e û tekane ye. Ku kom hebe jî ew piþtî ku kes xwe bike kes mimkûn e. Û hem dev ji komê berda û hem jî dît ku huner bi têkiliyên malbatî çênabe. (Her çiqas, di vî warî de Dengbêj Kazo teoriyên me serûbino dike jî û heta niha ji zar û zêçên Kazo 40 kes derketine sehneyê jî ev tiþtek taybet û fenomenek din e.) Û ev saleke em guherînê û pêþketinê di hunera Rojdayê de hê zêdetir û aþkeratir dibînin. Lewre wê fêm kir, huner bi þikandina zincîran mimkun e. Gelek caran gelek tiþt hene ku bo destpêkê pêþverû û þoreþger in lê piþt re ew jî vediguhezin û dibin zincîr. Hunermendî jî ew e ku li tu derê tu zincîrek qebûl neke. Rojdayê jî ev yek pêk anî. Di rojên pêþ de wê bi hunera xwe hê zêdetir balê bikiþîne.

Dixwazim çend tiþtan li ser albûma wê ya nû jî bibêjim. Albûma bi navê Sebra Min, xuya ye bi sebrek gelek mezin hatiye hunandin û amadekirin. Bi strana sebrê di þexsê birayê xwe yê þehîd de hemû þehîdan bi bîr tîne. Bi Gelmiþ Bahara strana bi tirkî, hem Eyþeþanê û hem jî hemû jinên hunermend bi bîr tîne. Bi strana tiliyam diêþe dîsa dilê dayikan diperitîne.

Bi strana lê bûkê govendên me geþtir dike. Bi strana xerîba beyanî, nîþan dide ku ew êdî ne beyaniyê muzîkê ye. Û bi strana wey dil ya ku bi dengbêj Þakiro re duet kiriye, formek nû tîne bo muzîka kurdî. Bi taybetî dixwazim herkes li strana weey dil guhdar bike. Li gor min ew stran piþtî 30-40 salan wê zêdetir were fêmkirin û hezkirin. Tevî ku niha jî wê bê hezkirin.

Belê, xuyaye sebra Rojdayê bi ser dikeve. Lê divê mirov di vê serkeftinê de, keda derhênerê wê yê muzîkê û hevserê wê Alaatin Aykoç jî ji bîr neke. Em ên bajarî çi dikin? Bêyî ku haya me ji îstiklala me hebe, li ser Cadeya îstiklalê diçin û tên...