kurtejiyan

ROJDA

Rojda, di sala 1978'an de li gundê Tutun a Misirca (Qurtalanê) Sêrte hatiye dinê. Pi?tî xwendina dibistana seretayî, ji bo berdewamkirina dibistanê hatiye Stenbolê.

Di sala 1991'ê bi hatina Stenbolê re, di nav Koma Gulên Xerzan ku birê wî yê muzîkar Çiya koma ava kiribû de cih girtiye.

Rojda, pi?tî salên 1993 di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de cih girt û hê jî di bin banê NÇM'ê de kar û barê muzîkê didomîne.




Albuma wan a yekem bi navê 'Ji Bîr Nabin' derdikeve û dûra di sala 1997'an de 'Sonda Me' derdikeve.


Strana 'Helîmcan' a di 'Sonda Me' de ji bo Rojda pêþketineke girîng e û êdî her kes wê dengê ku 'Helîmcan'ê dilorîne meraq dike.


Rojda, sala 1997 an de di nav Koma Asmîn ku ji 11 jinên muzîkar pêk tê de cih digire û pi?tî demekê ji ber kar û barê xwe yê zêde ji komê vediqete.


Di sala 2005'an de bi albuma 'Rûkena Min' bi eleqeyeke ba? re rû bi rû dimîne û dûre ji bo stranên 'Memet Kanî' û 'Elo Dîno' klîban diki?îne, têde cih digire.

Rojda, sala 2006'an de ji Koma Gulên Xerzan vediqete û albuma xwe ya yekem a solo bi navê SEBRA MYN derdixe. hê jî ew xebata xwe ya muzîkê bi tena serê xwe didomîne.


XEBATÊN HEVPAR

Di rêzealbuma Þahiya Stranan ya duyem de ya NÇM'ê de bi strana 'Henê bînin', di albuma 'Þevbuhêrka Dengbêjan' ku ji aliyê Mîr Muzîk û Roj TV ve hatiye derxistin de bi strna 'Yadê Rebenê' cih digire.

Her wiha ew di albuma Rotînda ya bi navê 'Nayê Gotin' de stranan 'Çiya Bilind' e distirê û di albuma ?ivar Perwer de jî bi vokalê cih digire.

Dîsa projeya reqsa modern a NÇM'ê 'Mem û Zîn' de bi û 'Lê Bûkê' cih digire, û bi projeyeke bi navê 'Þînên Jinan' amede dike û çend caran li Amedê û Stenbolê derdikeve ser dikê.

Rojda ku heta niha be?darî gelek konser, bernameyên tv'yan bûye,