| | HENE | | Hene hene hene ha hene Sed û bîst car hene hene Hûn henek bînin bînin Ser destê zavê bire?înin
Hene nayna hene nayna Hene nayna gulbarîne Hena kî û kî li desta kin Hene nayna hene nayna Hene nayna gulbarîne Hena zavê li desta kin Hene nayna hene nayna Hene nayna gulbarîne Emê kî û kî bi qurban kin Hene nayna hene nayna Hene nayna gulbarîne Xweyka mezin bi qurban kin
Hene anî barek, Her deste û misqalek Heneka Mosilê Elb elba Hosilê
Emê henê bînin Ser destê zavê kin Emê henê bînin Ser destê bûkê kin Emê ?ahî xwe? kin Emê dîlan gê?kin.
Gotin û Muzîk :Gelêrî Herêm : Xerzan Gundê Tûtinê
|
|