GUL RENGDARIN

Gul ji gulistan gulan tîne
Gava çû erdê dihecîne
Xêlya sor bi xwe re digerîne
Gul rengdarin bi hezarin

Gul li Zîndanê Amedê
Jiyanê çandiye erdê
Ajda li zozanê Serhedê
Gul rengdarin bi hezarin

Gul li çiyayê Gabare
Xwe girêdaye ji ?êr re yare
Evîndara axa sare
Gul rengdarin bi hezarin

Gul ?ehîdê Gelyê Zîlan
Li Botanê girtî dîlan
Gul berfîne ji bo dilan
Gul rengdarin bi hezarin.


Gotin û Muzîk : Alaettîn AYKOÇ