| | Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Diyarbekîrê | | 30.05.2006
Solîsta Koma Gulên Xerzan Rojda ku bi strana ‘Helîmcan’ tê nasîn û berê di Newroz û gelek çalakiyan de stranên xwe ji amediyan re pê?kê? kiribûn, da zanîn ku yekemîn tevlibûna wan a 5’emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Amedê, ew kêfxwe? kirine. Hunermenda Kurd Rojda der barê albûma wan a dawî ya bi navê ‘Rukena Min’ de axivî û da zanîn ku albûma wan ‘di cihê ku reng û deng li hev tên de’ ye.
Endamên Koma Gulên Xerzan yekem car tevli 5’emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Amedê bûn û di konsera destpêkê de bi stranên xwe be?dar co?andin. Solîsta Koma Gulên Xerzan Rojda ku êdî di nava gel de wekî ‘Helîmcan’ tê nasîn, diyar kir ku ligel ku ew her tim tevli bernameyên bi vî rengî dibe jî, dîsa bi heyecan bûye û da zanîn ku ew wekî hunermendeke jin a kurd ji tevlibûna mihrîcanê kêfxwe? e. Em bi Hunermend Rojda re li ser mihrîcana Amedê û albûma wan a dawî ‘Rukena Min’ axivîn.
Hûn konser û mihrîcanê çawa dinirxînin?
Koma Gulên Xerzan yekem car tevli mihrîcana li Amedê bû. Dema ku me seh kir emê bêne Amedê, pir kêfxwe? bûn. Em dizanin ku hemû hunermend dixwazin li Amedê tevli mihrîcanê bibin. Ligel ku em her tim tevli bernameyên bi vî rengî dibin, em dîsa bi heyecan bûn. Lê li hemberî vê yekê divê di mihrîcanê de rengên kurdan hebin. Dema ku em lê dinêrin, hemû kes di mihrîcanê de heye. Ez wekî hunermendekî kurd dixwazim li her cihê bi gelê xwe re bim. Ev ji bo hemû hunermendan wiha ye. Ji dirû?meya ‘Hun ên me ne’ zêdetir, divê li me xwedî derkevin.
Deng û reng ji bo a?tiyê bûn...
Mirovan bi hemû hestên xwe, a?tî hembez kir. Bi rastî alternatîfeke me ya din jî nîn e. Hemû kes jî vê yekê dibîne. Wekî mînak Serokwezîr Erdogan bi daxwaza xwe ya hatina Amedê, peyam birê kiriye. Xwezî ew jî bihata û guh bida dengê me. Di albûma me ya nû de bi zimanên; keldanî, ermenî û zarawayên kurdî; kurmancî û soranî stran hatine gotin. Ji ber ku niha li Rojhilata Navîn tevgereke çandî heye. Em jî albûma xwe ya nû wekî ‘cihê ku reng û deng lihev tên’ dinirxînin.
Hûn pi?tî kaseta ‘Rûkena Min’ derketin pê?berî amediyan...?
Pi?tî derketina ‘Rûkena Min’ konsera me ya herî mezin e. Em çûbûn Ewropayê û pi?tre jî hatin vir. Ez wekî hunermenda kurd dibêjim ku wekî jinekê li Amedê stran gotin kêfxwe?î dide min.
Cudatiya ‘Rukena min’ a ji albûmên din çî ye?
Li gorî min Koma Gulên Xerzan çi bike mirov jê hez dikin. Ev yek jî ji ber xwedîderketina me ya çanda dengbêjiyê tê. Lê di vê kasetê de aliyekî din ê Gulên Xerzan heye. Em yekem car bi 8 enstrûmanan xebitîn. Di stranên me de otantîzm û mûzîka folklorîk a kurdî heye. Îro dengbêjî tenê ji hêla kal û bapîran ve guhdarkirin. Dihat gotin ku di dengbêjiyê de nota û rîtm nîn e. Me hesta dengbêjiyê, yanî rîtma wê derxist. Ciwan jî eleqe nî?an didin. Armanca me ya yekemîn jî nûkirina evîna ji dengbêjiyê ye.
Li gorî we di ‘Rukena Min’ de çi tê gotin?
Albûma me ya yekemîn ‘?irîna Min’ de mirovên me yên ku nayên jibîrkirin hebûn. Ê?ên ku li ser singê me runi?tine hebûn. Me bi albûma xwe ya 2’yemîn a bi navê ‘Sonda Me’ sond xwar. Niha jî em bi albûma xwe ya dawî ya bi navê ‘Rûkena Min’, rûyan dikenînin. Kurdan gelek ?ehîd dan. Me ‘Rukena Min’ bo bîranîna muzîsyen ‘Hogir’ çêkir. Me xwest ku wî bi ruge?iya wî bînin ziman. |
|