| | Yaþam Radyo - Li Tirkîyê Rewþa Musîq u Hunerê Kurdî u Kêþeyên Hunermendên Kurd | | 01/18/2006
Latif Epözdemir
Îro li Tûrkîye, mûsîq u hûnerê Kurdî, ji ber derbên xenceran, di nav cîyê xwe de dinalê. Asîmîlasyon u pi?aftina dewletê li alîyek, li alîyê din jî, derb u zerbên kesên ku nasyarê vê mûsîqê nin in, lê, li ser dixebitin. Ya xiraptir jî, ewe ku, tu Kurdêk xîretkê? , ranabe nabêje: Lawo hun dawa çî dikin, çima hun destê xwe ji pêsîra mûsîk u hûnere Kurdî venakin.!
Dîyare dem u dezgeyên kurdî tune nin. Dewletê ne hi?tîye ku çê bin. Her niha jî, gelek berhemên folklora Kurdî, di ar?îvên dewletê de qefil kirî ne. Bi hezaran sitran u leylan u dîrok u çîrokên Kurdî hatine talan kirin u esl u astarên xwe dur ketin e. Bi salan xelk daketine nav baxçeyê sitranên Kûrdî u gûlen wî çinîne. Jîyana Kurdewarî, xal u rengên Kurdî her tim qedexe buye. Di gel pênasa Kurda, her weha pênasa hûner u folklora Kurda jî, hatîye înkar kirin u ve?artin. Dema ku ne karibin ve?êrin, vê carê jî, xirab dane nî?an. Weh?î u hov, nezan u bê medenîyet dane nî?andan.
Zankoyên hûnerî, qet behsa vê mûsîqê nakin. Dîyare ne wêrin. Lewra hê, ji xew
ranebune, pê ne hisîyane ku stran u kilamên Kurdî êdî ne qedexe ne. Kurda ji pîyê xwe li dîwarê wan nedaye u nanîye xwarê ku di bin enkazê de bimînin. Televîzyona dewletê nîv saet jî be, ba? xirab, bi Kurdî bernameyek çê dike. Lê Tv’yên ?exsî ên milli, her niha jî, bernameyên Kurdî na we?înin. Wisan xuya dike ku ewan bi yek carî Kurdan ji deftera xwe xera kirine.
Rêya hi?ê rew?enbîrên Tûrkîyê jî, ez bêjm ku, serhevraz e. Ew pî?tî hemu kesî, derheqê Kurda de, ?îroveyan dikin. Piranîya wan, bi îcazet dixebitin. Hetanî ji qonaxên bilind î?aret neyê, ne qabile ku ew ji sipî re bêjin sipî, ji re? re bêjin re?. Hunermendên Tûrk jî, ketine derde xwe. Nabêjin ka gelo ev Kurdên ?irîk u cînarên me, di çî halî de ne, hunermendên wan saxin yan mirîne. Ew jî, bi hevre ketine berberî u reqabetê. Kirine adet, her yek ji xwe re kilamên kurdî, di dize u lefzê Tûrkî li ser dike u dibêje ev awazamin a tazeye, gûfte u beste aîde min e. Bê ehlaqî li çokê e.
Kurd, xwedî dewlet jî nînin ku dewleta wan xwedî li hiner u hinermendên wan bike. Dîbistan u sazuman u kom u komelên Kurdî jî, tune nin ku sebebî li musîq u hinerê Kurdî bikin. Sermîyanek milliyê mezin jî çênebuye di nav Kurda de ku, sponsorîyê bike u dest bavêje vî warî ji nav dest u pîya rizgar bike. Kurd bi xwe jî, li berjewendîyên xwe xwedî dernakevin. Beledîye u dezgeyên dewletê, huner u hunermendên Kurdî di xewna xwe de jî nabînîn. Wekî Hunermenda Kurd ROJDA dibêje : “Beledyeyên Kurd, gazî hunermendên Tirk dikin bi barê hespa pera didine wan lê ku em diçin gelek caran heqê rêya me ji bi zor didine me. Her tim heqê hunermendên Turk pe?în dane wan pa?î ew çune mîhrîcanên beledyeyên Kurd.”
Hemu rê u banî li pê?îya Hunermendên Kurd hatine girtin. Hûnermend sêwî mane li dîrokê. Komel u rêxistinek jî ne gotîye ka gelo, hûnermendno, hale we çîye, pirs u kê?eyên we çî ne. Hûn têr in yan birçî ne? Lê wexta ku lazim bune, gotine “filankes here filan cî, ?eva me heye yan jî, ?evborka me. U pa?î jî, gotine pera mestine bila arîkarîya te bî ji bo rêxistina me.”
Yanî eger carîna ?ev u ?adumanîyên wan jî ne bin, belkî hunermend neyêne bîra wan jî. Ew rêxistinên ku qedr u qîmet nede hûnermend u rew?enbrên xwe çiqas dikare beje ku ez nûjen im netewî me?
Hunermend oksîjena gel in. Wexta ku mirov hewayê nestine wê bi fetise. Nîha Kurd kêm, hewa distinin lewra li ber fetsanê ne u can di?înin. Lewra xwedî li hûnermendên xwe dernakevîn. Hunermend digrîn, di kenin, nikarin derdê dilê xwe ji tu kesî re bêjin. Emeg didin kasetan çê dikin kes nakire, diçin festîval u ?ev u ?adûmanîyan, Kurd pere u heqê wan nadine wan. Tu kes konser u bernameyan ji wan re amade nake ku herin pere qezenc bikin. Dewleta wan jî tune ye ku wan xwedî bike. Lê ev jî insanin u benî ademîne. Gelo çawa xwe wedî dikin, çi dixwin u vedixwin.?
Gelekê wan ji dewamkirina mûsîqa Kurdî dilsar bune. Lewra dibînin ku emegê wan li ha?ê diçe. Bê çare dikevin nav dest u lepên produktorên Tûrk u ew j îçî bername bidne pê?îya wan, neçar tînin cî. Pa?î gelek rew?enbîr dest bi gilî u gazina dikin. Nîlufer çîma weha kir, Aynur çima wisa dike, Rojîn niheqîyê dike yan Kazo wehaye, Firat ji rê derketîye, Burhan xirabîyê kiriye, Agirê Jîyan ji tamê derxistîye, Rojda xwe ji bîr kiriye u êdî.. Ba?e heqê kî heye ku gazina bike. ? Ji piçûkan u hetanî mezinan.. Derdê girantir, ?îrketa jî dest danîye ser heqê wan u di wextê xwe de nedaye wan. Wan xapandîye, bey wana kasetên wan bi korsanî zêde kiriye u di bin dest de firotîye ku haya hûnermenda jê nebî u telîfa zêde ne xwezin. Yanî dizîyê kirine.
Bi kûrtî, rew?a mûsîq u hûnera Kurdî çen xirabe; ya mûzîsyen u hunermendên Kurd xiraptire jî.. Tu çareyek jî, xûya nake li aso. Gelo çî bikin ev sêwîyên dîrokê. ? Tene yek rê heye: Divê sere xwe bi deste xwe bixurînin. Kûme xwe danin ber xwe u ji nu ve , ji xwe re rêç u rêza deynin pê?îya xwe. Ji xwe re çekek ba? çêkin, yanî rêxistinek, tevgirêdanek çebikin u tê da yekîtîyek ba? pêk bînin ku bi karibin heq u hiquqên xwe bi parêzin. |
|