| | GUL RENGDARIN | | Gul ji gulistan gulan tîne Gava çû erdê dihecîne Xêlya sor bi xwe re digerîne Gul rengdarin bi hezarin
Gul li Zîndanê Amedê Jiyanê çandiye erdê Ajda li zozanê Serhedê Gul rengdarin bi hezarin
Gul li çiyayê Gabare Xwe girêdaye ji ?êr re yare Evîndara axa sare Gul rengdarin bi hezarin
Gul ?ehîdê Gelyê Zîlan Li Botanê girtî dîlan Gul berfîne ji bo dilan Gul rengdarin bi hezarin.
Gotin û Muzîk : Alaettîn AYKOÇ
|
|